Çalakvaneke opozisyonê li gel keça xwe ya rojnamevan li Stenbolê hatin kuştin

Uruba Berekat nivîskar û endama berê ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî li gel keça wê ya bi navê Hela li mala wan li Stenbolê kuştî hatin dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Uruba Berekat nivîskar û endama berê ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî li gel keça wê ya bi navê Hela li mala wan li Stenbolê kuştî hatin dîtin.

Xuşka Uruba li ser rûpela xwe ya facebookê nûçeya kuştina xuşka xwe û keça wê belav kiriye.

Uruba Berekat temenê wê 60 sal bû, wek çalakvaneke opozisyona Sûriyê diaht naskirin û tevlî Encûmena Niştimanî ya opozisyona Sûriyê bibû û bi rexneyên xwe yên li beramberî opozisyonê jî dihat naskirin û temenê keça wê 22 sal bûn û karmenda kenala Orient bû, ku bi tundî dijberiya rêjîma Sûriyê dike.