Îro kontrolkirina Baxozê dikare were ragihandin

Hêzên Sûriya Demokrat hejmarek barhilgir ji bo derxistina sivîlan derbasî Baxozê kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokrat  hejmarek barhilgir ji bo derxistina sivîlan derbasî Baxozê kirin e. Ligor HSD piştî çar rojan ji rawestandina tevgera revînê, duhî hejmarek zêde ji xelkê, digel hejmarek ji çekdarên DAIŞ xwe radestî hêzên wan kirin e. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî ragihandiye, dibe îro HSD kontrolkirina Baxozê  bi temamî rabighîne.

Herweha di daxûyaniyeke taybet ji Kurdistan24 re, Peyvdara Operasyona Bahoza Cezîrê, Lîlwa Ebdulla da zanîn ku, piştî têkbirina dawî baregehên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê karê wan dê bidawî ne be.

Lîlwa Ebdulla diyar jî kir, Hêzên Hevpeyman dê vekişin, lê ne bi temamî, û di gel Hêzên Sûriya Demokrat dê di şerê terorê de, di deverê de berdewam bin.

 

 

C.B