Kiliçdaroglu: CHP dê benda sedî 10 a hilbijartinê rake

Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir, heger ew bibin deshilatdar, dê benda hilbijartinê ya sedî 10 rakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir, heger ew bibin deshilatdar, dê benda hilbijartinê ya sedî 10 rakin.

Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televizyonê de bal kişand ser benda hilbijartinê û wiha got, "Em sîstemek ji derbeya 12'ê Îlonê hatî paqijkirin dixwazin. Emê yasaya hilbijartinê biguherînin û emê benda hilbijartinê ya sedî 10 jî rakin."

Kiliçdaroglu destnîşan kir, nabe di heman demê de kesek hem serokomar û hem jî serokê partiyê be.

 

S. B