Îro êvarî Perlemana Kurdistan dicive

Biryar e îro demjimêr 7 êvarî bi amadebûna piraniya perlemanteran, Perlemana Kurdistanê yekem civîna xwe lidar bixe, piştî nêzîkî du salan ji karnekirinê

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro demjimêr 7 êvarî bi amadebûna piraniya perlemanteran, Perlemana Kurdistanê yekem civîna xwe lidar bixe, piştî nêzîkî du salan ji karnekirinê.

Civîn li ser daxwaza bêtirî 60 perlemanterên piraniya firakisyonan tê lidarxistin.

Ev civîn piştî wê yekê hat, ku herdu firakisyonên Partî Dîmukratî Kurdistan û Yekîtî Niştimanî Kurdistan li ser karnameya civînê lihev kirin û dema lidarxistina civînê destinîşan kirin.

Hevdem biryar e îro, Civata Niştimanî ya Tevgera Goran, ku ev sê roj li pey hev civînan dike, biryarê li ser beşdarîkirinê di piroseya ektîvkirina Perlemana Kurdistanê de bide.

Yek ji tewerên serekî yên civîna îro ya Perlemana Kurdistanê, gotûbêjkirina pirsa referandomê û derxistina biryara piştevanîkirina wê ye ji aliyê perleman ve.

Tê çaverêkirin di civîna îro de, bi awayekî demkî çareseriya pirsa sekreterê perleman bê kirin, ku Fexredîn Qadir ji Komela Islamî ew post dagirtibû û Yekîtî Niştimanî Kurdistan wî postî ji mafê xwe dibîne, heya niha jî Komela Islamî biryara beşdariyê di civîna îro de neda ye.

Ji aliyekî din ve, hikûmetî Bexdayê wek sizayekê li dijî parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku dixwaze referandomê li Kerkûkê biserbixe, daxwaz ji perlemana Iraqê kir, Kerîm ji kar bê dûrxistin û perleman jî bê razîbûna aliyên Kurdî biryarek li dijî wî derxist.

Di beramber de, parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê red kir ku pabendî wê biryarê bibe û ragihand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi taybet kesê Serok Barzanî piştevaniya min dikin li dijî wê biryarê.”