Tirkiye xaleke din a li nêzîkî Efrînê ava dike

Arteşa Tirkiyê li nêzikî bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê xaleke din a çavderiyê ava kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê li nêzikî bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê xaleke din a  çavderiyê ava kir.

Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê, hejmarek leşkerên Tirkiyê yên li Îdlibê dimînin çûne gundê Kafir Basin ku li nêzikê Efrînê ye û li wir xala sêyemîn a çavderiyê ava kirine.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji Lûtkeya Soçiyê vedigeriya di firokeyê de gotibû, ew ê piştî Îdlibê li Efrînê jî xala sêyemîn a çavdêriyê ava bikin.

Arteşa Tirkiyê ji zêdetirî 2 mehan ketiye parêzgeha Îdlibê.