Li bakur Platforma ji bo Zimanê Kurdî tê avakirin

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ji bo pêşîlêgirtina bişaftinê û xedîlêderketina zimanê Kurdî biryar dan e ku xebateke hevbeş di bin banê kıomîsyonekê de bimeşînin

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê Partiyên Kurdistanî û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê biryar dan e ji bo ku Platforma Zimanê Kurdî were avakirin xebateke komîsyonê bimeşînin û di 29ê Cotmehê de jî dê di derbarê xebatên dawî de dê daxuyaniyeke hevpar bidin raya giştî.

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ji bo pêşîlêgirtina bişaftinê û xedîlêderketina zimanê Kurdî biryar dan e ku xebateke hevbeş di bin banê kıomîsyonekê de bimeşînin. Endamên komîsyonê balê dikêşin ku zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê di warê bikaranînê de di asteke xeter de ye û ji bo ku di civakê de hişmendiya bikaranîna zimanê Kurdî pêş bikeve ew ê nexşerêyekê deynin ber xwe. Yek ji beşdarên komîsyonê Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Henîfî Tûran dibe êdî malbat tenê navên bi kurdî li zarokên xwe dikin lê bi wan re bi kurdî na axifin.

Henîfî Tûran-Cîgirê Serokê Giştî Yê PAKê, tîne ziman:

"Malbat navên bi Kurdî li zarokên xwe dikin û heta 6 salî bi wan re bi Kurdî diaxifin. Lê piştî ku zarok diçin dibistanê hînî tirkî dibin û di wê pêvajoyê de bi dê û bavê xwe şerek biçuk dikin û dê û bav teslîm dibin û êdî ew jî bi tirkî diaxifin."

Beşdarên komîsyonê didin zanîn yek ji armancên sereke ya xebatên komisyona zimanê Kurdî ew e ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe xwedî statu. Yek ji pêkhateyên komîsyonê Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye û Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier dibêje êdî divê li hember bişaftinê helwesteke ciddî were nişandan.

Îmam Taşçier-Parlementerê HDPê yê Diyarbekir, diyar dike:

"Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene û serokomar û serokwezîr jî hebûna Kurdan qebûl dikin dibêjin Kurd birayên me ne. Lê dema were fermiyetê jî zimanê Kurdî qebûl nakin. Divê zimanê Kurdî bikeve qada fermî de ."

Biryar e ku Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Gelan HDP û hevgirtiyên wê di 29ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke hevpar xebatên komisyona zimanê Kurdî bigihînin encamekê û Platforma Zimanê Kurdî ava bikin.

 

 

 

C.B