Hevpeymanya Navdewletî li ser pirsa Efrînê nameyekê ji Kurdistan24ê re dişîne

Hevpeymaniya Navdewletî: Em ji dilgiraniyên rewa yên Tirkiyê tê digehin û Tirkiye hevpeymaneke me ya giring e, ji bo hemû biryaran jî emê li gel Enqerê rast û zelal bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymanya Navdewletî derbarê egera êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bi nameyekê bersiva Kurdistan24ê da.

Di îmêlekî de, ragihandina Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bersiva Kurdistan24ê da û eşkere kir, ku ew weke Hevpeymanî ji dilgiraniyên rewa yên Tirkiyê tê digehin û Tirkiye hevpeymaneke wan ya giring e, ji bo hemû biryaran jî ewê li gel Enqerê rast û zelal bin.

Herweha Hevpeymaniyê ragihand, ku ewê berdewam be li ser alîkarîkirin û rahênankirina hêzên navxwe yên Sûryê û derbarê ew hêzên sînorparêz, ku di çend rojên derbasbûyî de gellek karvedan li ser wê çêbûne, Hevpeymaniyê ji K24ê re got: "Ew hêz ne artêşeke weke hatiye belavkirin, nejî hêzeke nû ye".

Hevpeymaniyê tekez kir, ku hîn şerê li dijî DAIŞê li Sûryê bi dawî nebûye û heya niha jî li nêzîkî navçeyên çemê Furatê şer heye.