Hollanda ji bo komkujiya Ermenan deng dide

Parlamentoya Hollandayê îro li ser Jenosîda Ermeniyan ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû kirin, deng dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Hollandayê îro li ser Jenosîda Ermeniyan ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû kirin, deng dide.

Parlamentoya Hollandayê îro ji bo gûftûgokirina jenosîda Ermeniyan kom dibe. Hejmarek parlementer dixwazin Hollanda jenosîda Ermaniyan a ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin nas bike û li ser pêşniyara parlementeran dê parlemento deng bide.

heger Parlamentoya Hollandayê Jensoîda Ermaniyan nas bike, eger heye pêwendiyên xirab yên Tirkiye û Hollandayê aloztir bibin.

Di 5ê Sibatê de Hollanda balyozê xwe yê li Tirkiyê vekişandibû.

Li gor dezgeh û komeleyên pêwendîdar bi pirsên Jensoîdan, di şerê cîhanê yê yekem de zêdetir ji yek milyon Ermenî di dewleta Osmanî de hatibûn kuştin û koçberkirin, ta niha zêdetir ji 20 welatên cîhanê jî ew komkujî wek Jensoîdê nas kirine, lê Tirkiye jî wê yek red dike.

 

S. B