Du sed welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin

Di nav wan girtiyan de 7 jin jî hene û çarenivîsa 6 jinan ji wan nediyar e

K24 - Navenda Nûçeyan

Di xwenîşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, 200 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin û heft kes ji wan jin in.

Navenda Hengaw ya Mafên Mirovan, nasnameya heft girtiyên xwenîşandanên Îranê belav kiriye, ku jin in û xelkê bajarên Kirmaşan, Îlam û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ne û heya niha çarenivîsa şeşan ji wan nediyar e.

Li gel destpêkirina xwenîşandanan li dijî desthelata Îranê û gendeliyê, bêtirî pênc hezar kes hatine girtin û bîst û pênc kes jî ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin ku sê ji wan Kurd in.