Rûsya 5 merc ji bo çarekirina kirîza Sûryê daniye

Nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de: Divê opozisyona Sûriyê dev ji mercê çûna Esed di qonaxa veguhêz de berde.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de Alêkzender Borodavkîn ragihand, ku divê opozisyona Sûriyê hin xalên giring di bernameya karên xwe de zêde bike, ew jî amadebûna wê ji bo şerê li dijî DAIŞê û Nusra, piştevaniya rawestandina şer û pêkanîna navçeyên kêmkirnaşer bike.

Li gorî wê berpirsê Rûsî, divê opozisyona Sûriyê dev ji mercê çûna Esed di qonaxa veguhêz de berde.

Herweha Alêkzender Borodavkîn got: Dibê opozisyon nema şanda hikûmetê bi şanda rêjîmê binav bike.

Derbarê civînên Sochi Borodavkîn diyar kir, kongirê Sochi piroseya Cinêvê asteng nake, lê armanca wê ji wî kongirî ew e ku rê ji bo Cinêvê xweş bike, herweha got: Piştî binketina Cinêv 8, niha Sochi derfetek e û divê neyê windakirin.