Li Newroza Wanê berxwedêrî û azadixwaziya gelê Kurd hat ragihandin

Di Newroza 2019'an de, li Wanê jî gelê Kurd, ji bo pîrozbahiyê li qada newrozê bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Di Newroza 2019'an de, li Wanê jî gelê Kurd, ji bo pîrozbahiyê li qada newrozê bû. Li Qada Newroza Wanê berxwedêrî û aştî û azadixwaziya gelê Kurd hat ragihandin. Beşdarên Newroza Wanê bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî û bi coşa Newrozê dîmenên rengîn jî peyda kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Sezaî Temellî jî balê kişan ku di newroza 2013'an de, çirûsk û tovên hêviyê serî dane, lê bi têkçûyîna hewldanên çareseriyê jî her diçe rewş berbi xirabiyê ve diçe.

Ev der ber Kela Wanê ya qadîm, qada Newrozê ye ku îsal bi girseyî û bi coşa cejna Newrozê têra xwe tije buye. Hevsrokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî beşdarî Newroza Wanê bû û bal kişand ku di Newroza 2013'an de, bi destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê, di nav civakê de, hêvî geş bûbûn. Lê piştî têkçûyîna pêvajoyê jî, dîsa hewldanên li dijî hebûna Kurdan zêde bûne û heta ku pirsa Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, diyar bûye ku tu pirsgîrek çareser nabin, kurtir û mezintir dibin.

Serokê Giştî yê Partiya Mirovî û Azadiyê Mehmet Kamaç jî, bi mebesata peyama Newrozê ragihand ku bê tifaqiya navbera Kurdan, yek ji sedema serekiya têkçûyîna Kurda ye û divê siyaseta Kurd, li ser azadî û nirxên xwe mikûr bibin û hevkarî û yekîtiya xwe pêk bînin.

Serokê Giştî yê Partiya Mirovî û Azadiyê Mehemt Kamaç got ji K24ê: "Newroz tenê ji bo miletê Kurd cejna hebûnê ye, ji bo xwezayê jî nûjeniya jiyaneke taze ye. Kurd jî bi Newrozê re careke din xwe nû dikin. Newroza îsal beriya 31'ê Adarê ye ku dê hilbijartin bên kirin, ev coşa Newrozê dê heta 31ê Adarê ku Kurd li deverên xwe biser bikevin bidome."

Di Newroza 2019an ya Wanê de, rêvebir û namzetên şaredariyan yên HDP'ê, Rêvebirên Partiya Heremên Demokratîk DBPê, Rêvebirên Partiya Mirovî û Azadî, nûnerên saziyên sivîl, Muzîkjenên Kurd û û bi 10 hezaran welatiyên Kurd jî amade bûn.

Welatiyan jî bi peyamên azadî, serfierazî û bextewarî cejan newrozê li gelê Kurd pîroz kirin.

Welatî Ayten Salgin dibêje: "Em dibêjin em destên xwe bidine hevûdu, em bibine yek, pişta dijminê xwe bişkênin, em aşitiyê û azadiyê binine ser xaka xwe. Silav û rêz ji bo herçar parçê Kurdistanê, newroz pîroz be."

Welatî Xalit Yagızer got: "Hersal Newroz li vê qadê tê pîroz kirin, lê ev sal li vê qada mezin, coşeke mezin heye, em jî gelek pê kêfxweş in. Newroza herçar parçê Kurdistanê pîroz dikin, ji bo hemû gelan serfirazî dixwazim, serkeftin serkeftin û serkeftin."

Di pîrozbahiya Newroza Wanê de, ji ber sedemên cuda 23 welatî di dema ketin û derketina qadê de hatine desteserkirin. Pîrozbahî bêy ku tu buyereke aloz rûbide bi coşa cejnê û bi muzîkên Kurdî bidawî hat.