Wezîrê derve yê Belcîka ji bo K24: Divê diyalog di nav Hewlêr û Bexdayê de destpê bike

"Di demên bê de, wê Yekîtiya Ewropa gavên ciddî li Iraqê bavêje, daku piroseya siyasî li wî welatî destpê bike"

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Belcîka Didyer Renderz di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Pêwîst e diyalogeke cidî di nav Hewlêr û Bexdayê de hebe, ji ber ku take riya çerseriyê ye."

Piştî bidawîhatina civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa li Brukselê, wezîrê derve yê Belcîka diyar kir, di demên bê de, wê Yekîtiya Ewropa gavên ciddî li Iraqê bavêje, daku piroseya siyasî li wî welatî destpê bike.