Metirsiyên Sûriyên li Tirkiyê dimînin ji hilbijartinên 24ê Hezîranê

Ji destpêka şerê li Sûriyê di sala 2011an de. Hejmarek mezin ji Sûriyan koçberî Tirkiyê bûn. Sûriyên li Tirkiyê jî dimînin ji piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê de û ji ber yasaya “Parastina Demkî” di metirsiya derkirina wan ji Tirkiyê de dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka şerê li Sûriyê di sala 2011an de. Hejmarek mezin ji Sûriyan koçberî Tirkiyê bûn. Sûriyên li Tirkiyê jî dimînin ji piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê de û ji ber yasaya “Parastina Demkî” di metirsiya derkirina wan ji Tirkiyê de dimînin.

Hilbijartinên Serokatiya Tirkiyê di 24ê vê mehê de bi rê ve diçin. Li gor raporteke malpera “Alaraby” piştî sozên hin partiyên opozîsyonê yên derbarê derkirina Sûriyan ji Tirkiyê, metirsiyên Sûriyan zêde bûne.

Li gor partiyên opozîsyonê, ku nêzîkî 4 milyon koçberên Sûrî li Tirkiyê dimînin û vê hejmarê hîştiye ku rêjeya bêkariyê li Tirkiyê bilind bibe û ji aliyekî din ve Tirkiye jî bi welatên cîran re xistiye pirsgirêkan.

Rewşa Karkeran

Karkerên Sûrî yên koçberî Tirkiyê bûne çîneke gelekî girîng e. Berhemdarê Sûrî Mihemed Nizar Bîtar li ser karkerên Sûrî ji wê malperê re dibêje: “Karkerên Sûrî li tevahiya Tirkiyê belav dibin û di her warekî de kar dikin. Rewşa karekeran ji piştî wergirtina moletên kar baş bûye û hemû karker asta nizm ji mûçe fermî ya Tirkiyê werdigirin.”

Lê hejmarek mezin ji karkerên Sûrî nerîna wan vajî Bîtar in, ku dibêjin “Nerazîbûnek derbarê karkerên Sûrî de heye û piraniya wan ne di pîşeyên xwe de kar dikin û mûçeyên kêm werdigirin.”

Karkerê Sûrî yê bi navê Îbrahîm dibêje: “Ji ber ku ew derçûyê zanîngehê ye, mûçeya min li hember mûçeyên kesên din baş e, lê ez bê gerentiya tenduristî û civakî kar dikim û herwiha navê min di Wezareta Kar a Tirkiyê de jî nehatiye tomarkirin. Ji ber wê her demekê metirsiya derkirina min ji kar heye.”

Li ser metirsiyên ji encamên hilbijartinan Îbrahîm dibêje: “Em karkerên Sûrî rastî nijadperestiyê ji aliyê Tirkan ve tên.”

Rewşa Xendekaran

Hejmara xwendekarên zanîngehê li Tirkiyê nêzîkî 15 hezar xwendekar e. Li gor daxuyaniyeke Serokê Encûmena Xwendina Bilind a Tirkiyê Yekta Sarac, ji vê hejmarê nêzîkî 3 hezar xwendekarî hevkariyên xwendinê (Scholarship) salane ji hikûmeta Tirkiyê werdigirin.

Lê heman metirsî li ser çîna xwendekaran jî heye. Xwendekara Sûrî a kolîja Avahîsaziyê Mufîde Diwêderî dibêje: “Hilbijartinên Tirkiyê ji Sûriyan re çarnivîsî ye. Tevî ku xwendekar çîna herî zêde regeznameya Tirkî werdigire, lê ew ji nijadperestiya xwendekarên Tirk nayin parastin. Hin hevalên min yên Tirk dema zanîn ku ez Sûrî me, red kirin bi min re beşdariyê di projeya derçûnê ya hevbeş de bikin.”

Mufîde Diwêderî dibêje: “Metirsiya herî zêde li ser xwendekaran ew e, ku hevkariya xwendinê (Scholarship) bê rawestandin û piştî derçûnê jî derfetên kar peyda nebe.”

Metirsiya kişandina regeznameyê

Li gor Komela Parêzerên Sûrî yên Azad, nêzîkî 60 hezar Sûrî Sûriyên ji sala 2012an ve regeznameya Tirkî wergirtine û 30 hezar Sûrî hîna di qonaxa ezmûn û lêkolîna ewlehiyê de ne. Ev hejmar jî rêjeyeke gelekî kêm e li gor hejmara koçberê Sûrî yên li Tirkiyê. Piraniya Sûriyên regezname wergirtine jî bijîşk, endezyar, mamoste, bazirgan û xwendekar in.

Endezyar Beşar Şeri yê ku nû regeznameya Tirkî wergirtiye ji malpera “Alaraby” re dibêje: “Hema hema min hemû mafên xwe wergirtine. Min mafê gerentiya tenduristî û civakî û paseport wergirtiye û piştî çend rojan dê mafê xwe yê dengdanê di hilbijartinan de bikar bînin, lê metirsiyên min ên guhartina desthilatê heye.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzer Welîk Kurdî dibêje: “Regezname mafek e bi riya yasayên tê wergirtin û heger ne bi riya tawaneke xiyanetê yan terorê be, ti kes nikare wê regeznameyê bikşîne. Lê heger pirsa kişandina regeznamê li parlemantoyê hat pesenkirin, ew regezname tê cemidandin û piştre dê bê kişandin. Lê ew jî ne dawî ye, kesê zerermend dikare bi riya yasayê giliyê tomar bike, ji ber ku wergirtina regeznamê mafekî wergirtî ye.”

     

S. B