Rûsya: Nizanin sînorê Sûriyê dê wek xwe bimîne yan na

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ew nizanin ku di pêşeroja de sînorê Sûriyê dê wek xwe bimîne yan na.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ew nizanin ku di pêşeroja de sînorê Sûriyê dê wek xwe bimîne yan na.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di hevpeyvînekê ligel ajansa “Interfax” a Rûsî de ragihand, ew nizanin niha rewş li Sûriyê ber bi kû ve diçe û nizanin jî ka dê sînorê Sûriyê wek xwe bimîne yan na.

Krîza Sûriyê ku ketiya sala xwe ya 8emîn, Rûsyayê destêwerdan di krîza Sûriyê de kir û di 30 Îlona 2015an de baregeha xwe ya leşkerî li Himêmîmê li Laziqiyê ava kiriye.

Li herêma rojhilatê çemê Ferêt jê, hêzên Amerîkî nêzîkî 20 baregehên leşkerî damezrandiye. Brîtanyayê jî li deriyê sînorî yê Yinifê bi Iraq û Urdinê re. Herwiha li vê dawiyê hate gotin ku Fransayê jî 5 xalên xwe li rojhilatê Sûriyê ava kirine û nêzîk 100 leşkerên Fransî lê ne.

Ji aliyekî din ve, Tirkiyê di dawiya meha Adara 2017an de operasyona “Mertala Ferêt” li bakurê Sûriyê li Cerablus û Babê ragihand û ew dever girt. Di 18 Adara bûrî ve jî herêma Efrînê dagîr kir.

Ev daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di demekê de ye, hin aliyên opozîsyona Sûriyê behsa rêkeftinên li Astanayê de dikin, ku Sûriyê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de tê dabeşkirin û ev yek jî gefek e li ser yekîtiya Sûriyê.

 

S. B