Rûsya: Amerîka hevkariya komên terorist yên li Sûriyê dike

Rûsyê ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hevkariya xwe bi hin komên terorîstî yên ku li Sûriyê ne re berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radigihîne, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hevkariya xwe bi hin komên terorîstî yên ku li Sûriyê ne re berdewam dike.

Li gor nûçeya “RT” Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, tevî ku Amerîka dibêje ew pabend e bi jinavbirina terorê li Sûriyê, lê  Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka serkirdatiya wê dike hevkariya xwe bi hin komên terorîstî yên ku li Sûriyê ne re berdewam dike.

Navenda Rûsî aşkere kir, leşkerên Amerîkî hin yekîneyên leşkerî yên nû bi navê “Artêşa Sûriyê ya Nû” li nêzîkî kampeke koçberan li Hesekê dadimezrirînin.

Li gor navenda Rûsî, wê ji hin şahidhalên ku ji navçeyên di destê DAIŞ de rizgar bûne veguhastiye, Amerîka wan çekdaran ji bo şerê rêjîma Sûriyê li navçeyên başûrê Sûriyê bikin, amade dike.

Aşkere kirye jî, Amerîka wê binkeyê zêdetirî ji 6 mehan ve bikar tîne, niha nêzîkî 750 çekdar li wê binkeyê ne, 400 çekdar ji hejmarê jî çekdarên DAIŞê bûn.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyê jî di hefteya bûrî de raghandibû, firokeyên Amerîkî gelek caran hewla astengkirina armanckirina bingehên DAIŞê ji aliyê Rûsyayê ve li Rojavayê çemê Ferêt didan.