Amerîka bawer nake ku Tirkiyê gaza jehrawî bikar anîbe

Amerîka: Em haydarî wan raporan in û em nikarin wan piştrast bikin, di baweriya me de, derfet tine ye ku artêşa Tirkiyê çekên kîmawî bikar anîbe

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê îdara Amrîkî Maykil Anton ragihand, ku Koşka Sipî haydarî tometên Sûrya ye beramberî Tirkiyê, ku behsa bikaranîna çekên kîmawî li Efrînê dike, û got: "Amerîka ji wan tometan bawer nake".

Maykil Anton ji ajansî Novstî ya Rûsî re got: "Em haydarî wan raporan in û em nikarin wan piştrast bikin, di baweriya me de, derfet tine ye ku artêşa Tirkiyê çekên kîmawî bikar anîbe, em bi berdewamî hemû aliyan han didin, ku xwe ragirin û xelkê sivîl li Efrînê biparêzin".

Daxuyaniyên peyvdarê îdara Amerîkî piştî belavbûna çendîn rapor bûn, ku têde behsa bikaranîna "gazeke jehrawî" dikin ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li gundekî Efrîn û di encama wê yekê de, 6 welatî birîndar bûn.

Li ser heman mijarê rêvebirî nexweşxaneya Avrîn Ciwan Mihemed, ji ajansa Sana ya Sûryê re got: "Bi sedema bikaranîna gaza jehrawî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, li gundê Muzîne yê ser bi bajarokê Hedîd ve li devera Efrînê, 6 welatiyên sivîl birîndar bûne û li wê nexweşxanê tên dermankirin".