Serokê ENKSê jî beşdarî nerazîbûna Kurdistaniyan bû

Serokê ENKSê jî bang li hemû aliyan kir ku beşdarî xwepêşandanên nerazîbûnê bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro bi hezaran Kurdistanî beşdarî xwepêşandana nerazîbûnê bûn, ku li pêşya nûneratiya Netewên Yekgirtî û qunsulxaneya Amerîka li Hewlêrê hat lidarxistin wek nerazîbûn beramberî êrîşa Heşda Şeibî alîkarên wê li dijî Herêma Kurdistanê.

Di wê çalakiyên de Kurdistaniyê hemû parçên Kurdistanê amade bûn û di nav wan de Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê ku serokê ENKSê Ibrahîm Biro jî di nav wan de bû.

Serokê ENKSê ji K24ê re tekez kir, ku derketin di xwepêşandanên nerazîbûnê de erkê hemû Kurdistaniyan e û bang li hemû aliyan kir ku bi vî erkê xwe yê netewî rabin.

Ibrahîm Biro diyar kir, ku metirsiya milîsên Îranî li ser her çar parçên Kurdistanê û bi taybet li ser Rojavayê Kurdistanê heye.