Erdogan: Me li civîna serkirdeyên PKK xist

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xûyakirin, balefirên wan du caran Qendîl bombebaran kirin e. Di Operasyona duyemîn de civîna serkirdeyên PKKê kirin e armanc û derbeyek mezin li wan dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xûyakirin, balefirên wan du caran Qendîl bombebaran kirin e. Di Operasyona duyemîn de civîna serkirdeyên PKKê kirin e armanc  û derbeyek mezin li wan dan e. Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê axifî.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got:

"Niha em li Qendîlê dixin. Me Operasyona xwe ya destpêkê bi 20 balefiran encam da. Li Qendîlê me deh xalên girîng bombebaran kir.

Me careke din jî operasyon kir. Di vê operasyonê de jî me li civîna serkirdeyên wan da. Me serkirdeyên wan tune kirin.

Piştî vê dora deverên nêzîkî Rihayê ye. Emê di emek nêzîk de van deveran jî ji terorîstan paqij bikin û radestê xwediyên rasteqînî ereb, kurd û tirkmenan bikin. bi vê jî dê Sûriyeyên li Rihayê vegerin malên xwe."

 

 

 

C.B