Hêzên leşkerî çûn derdora Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê

Jêderekî ewlekariyê ragihand, hêzên leşkerî derdora Balyoza Amerîka ya li Navçeya Kesk li Bexdayê dorpêç kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlekariyê ragihand, hêzên leşkerî derdora Balyoza Amerîka ya li Navçeya Kesk li Bexdayê dorpêç kirin.

Jêderekî ewlekariyê ji malpera “Baghdadtoday” re ragihand, hêz û keresteyên leşkerî li derdora Balyozxaneya Amerîka ji şeva bûrî ve di amadesaziyê de ne.

Wî jêderî bi zelalî diyar nekir ku çûna wê hêzê li derdora balyozxana Amerîkayê girêdayî ye bi xwepêşandanên roja Îna bûrî yan na.

Girtina ber a wê tedbîrên ewlehiyê piştî xwepêşandanên roja Îna bûrî li meydana Tehrîr a Bexdayê tê, ku xwepêşanderan hewl dan pira Cumhuriyê bibirin û ber bi Navçeya Kesk ve biçin.

Nêzîkî du hefteyan e li parêzgehan başûrê Iraqê û navçeyên din li dijî nebûna xizmetguzariyên sereke û we kava vexwarinê û kehrebê xwepêşandan tên kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî bi awayekî tund destêwerdana xwepêşandanan dikin, ku ta niha zêdetir ji 15 kesan hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne  û hatine desteserkirin.

 

S. B