Rojnameyeke Birîtanî: Hin welatên Erebî bi nihênî ligel serxwebûna Kurdistanê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya The Times ya Birîtanî eşkere kir ku “hejmarek ji welatên Erebî bi nihênî li gel Israîl piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistan dikin û ew welatana li gorî siyaseta dibêje: "Dijminê dijminê te dost e" kar dikin.”
Rojnameya navhatî dibêje: “Israîl eşkere piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike û Şanişîna Siûdî bi nihênî piştevaniyê dike, ji ber ku herdu welat di wê baweriyê de ne, ku serxwebûna Kurdistanê, hevpeymanekî ji wan re çêdike ku di navbera wî hevpeymanê û Îranê de sînorekî çiyayî dirêj heye
Berî niha serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu gotibû: "Israîl piştevaniya bizavên rewa yên gelê Kurd dike ji bo dewleta xwe ya taybet rabigehînin."
Herweha daxuyanî û helwestên berpirsên Îmarata Erebî ku piştevaniya serxwebûna Kurdistan dikin eşkere ne, û yek ji wan jî helwesta seroka navenda siyasetên Îmaratê Ibtîsam Ketbî bû ku di destpêka vê sale de ji malpera El-Erebî El-Cedîd re daxuyanî dabû û ji bo pirsa referandumê piştevaniya xwe dabû xuyakirin û yadaşteke ji bo alîkarîkirina serxwebûna Kurdistanê îmze kiribû.
Wê berpirsa Îmaratî di daxuyaniya xwe de gotibû: “Heger Kurdistan serxweb[na xwe rabigehîne û bi temamî ji Bexdayê cuda bibe, ewê Îmareta Ebûzebî li serxwebûna Kurdistanê mikur bê.
Di vê çarçoveyê de, gellek caran Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye: "Referandum mafêkî sirûştî yê xelkê Kurdistanê ye û dewleta dahatî ya Kurdistanê ti carî gefê li ser Iraq û welatên cîran çênake."