Tirkiye ji xwepêşandanên Îranê dilgiran e

Tirkiye di derbarê xwenîşandanên li Îanê de dilgiraniya xwe ragihand û got, dewleta Îranê dost û birayê Tirkiyê û divê seqamgirî û aramî careke din cibicî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye di derbarê xwenîşandanên li Îanê de dilgiraniya xwe ragihand û got, dewleta Îranê dost û birayê Tirkiyê û divê seqamgirî û aramî careke din cibicî bibe.

Wezreta Derva ya Tirkiyeyê di derbarê xwenîşanadanên li Îranê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di encama xwenîşandanan de hejmarek kes canê xwe ji dest dane û avahiyên hikûmeta Îranê zirar dîtine. Ji ber van sedeman ew dilgiran in û divê xwnîşandar guh bidin banga Hasana Ruhanî ya ji bo çalakiyên aştîxwaz.

Wezreta Derva ya Tirkiyeyê got jî, divê xwenîşandar ji tundî û aloziyan dûr bikevin. Dewleta Îranê dost û birayê Tirkiyê û divê seqamgirî û aramî careke din cibicî bibe. Ew hêvî dikin aloziyên li Îranê bidawî werin û welatên biyanî destêwerdana karên navxwe yên Îranê nekin.