Yeldirim: Şerê Efrînê ne li dijî gelê Kurd e
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, armanca Tirkiyê nehiştina korîdora "terorê" ye li bakurê Sûrya û ti carî em li dijî birayên xwe yên Kurd şer nakin û got: "Em dixwazin gelên navçeyê ji setema PKK û PYD rizgar bikin".
Bînalî Yildirim di gotarekê de, daxwaz li wan kesan kir yên ku bi gotina wî bûne "bela" ji navçeyê re, ku çekên xwe deynin û kiryarên xwe bidawî bînin.
Ev çend roj in artêşa Tirkiyê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li dijî Efrînê kiriye û îro jî wezîrê derve yê Amerîka ragihand, ku ewê li gel Tirkiyê, kar li ser avakirina navçeyeke aram bikin.