Rojnamevan Turan Aktaş, jiyana xwe jidest da

Rojnamevan Turan Aktaş, li nexweşxaneya li Stenbolê, ku dermankirina nexweşiya xwe didît, jiyana xwe jidest da

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Turan Aktaş, li nexweşxaneya li Stenbolê, ku dermankirina nexweşiya xwe didît, jiyana xwe jidest da.

Turan Aktaş du salan li Fransayê jiber nexweşiya penceşêrê di bin çavdêriya de bû, lê îşev li Stenbolê di nexweşxaneya ku tê de dermankirina nexweşiya xwe didît, ji jiyanê koç kir.

Di şeş mehên dawî de, ji bo çareseriya nexweşiya xwe li Tirkiye li çendîn nexweşxaneyan derman bû.

Rojnamevanê Kurd , ku di çendîn dezgehên medyayî de kar kirî û di TRT Kurdî de bêjerî kirî, di 30 saliya xwe de jiyana xwe jidest da.

Em sersaxiyên xwe digihînin malbata Aktaş û brayê wî yê mezin Faruq Aktaş, ku demekê di K24 de hevkarê me bû.

 

 

C.B