Li Trabzonê şer, brîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Maçka yê Trabzonê ser bi devera Dera Reş a Tirkiyê, ligor daxûyaniya Waliyê Trabzonê şer derketiye û 3 brîndarên hêzên ewleyî yên Tirkiye hene.
Di daxûyaniyê de tê ragihandin: “Li derdora Maçka şer di navbeyna PKK û hêzên ewleyiyê de derketiye. Ji berî 2 rojan li deverê operasyon hebûn. Di çarçoweya operasyonê de şer derketiye. Operasyon bi berferehî berdewam dike.