NY: Îsal referandûm li Herêma Kurdistanê tê kirin

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê di çarçova beşdarîkirina di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî li New Yorkê de ragihand: “Serkirdeyên pilebilind ên Herêma Kurdistanê aşkere kirine ku niyaza wan heye, di sala 2017an de referandûmê bikin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê di çarçova beşdarîkirina di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî li New Yorkê de ragihand: “Serkirdeyên pilebilind ên Herêma Kurdistanê aşkere kirine ku niyaza wan heye, di sala 2017an de referandûmê bikin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Jan Kubis dibêje: “Serkirdeyên Herêma Kurdisanê tekez dikin ku armanca wan ji referandûmê ne rasterast serxwebûn e, lê niyaza xelkê Kurdistanê bi cîhanê bidin nîşankirin. Herwiha rêveberiya Kerkûkê jî aşkere kir ku ew jî dixwazin beşdariyê di referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bikin.”

Got jî: “Daxwaz ji Hewlêr û Bexda dikin, ku berdewam bin bi diyalog û hevahengiya di şerê li dijî DAIŞê de û herwiha li ser asta siyasî û aborî jî girîngiyê bidin pêwendî û danûstandinê.”

Yan Kubis got jî: “Kêmbûna diyalogê derbarê pirsa federaliyetê, ku bingeha wê ji desthilateke hevbeş pêk tê, yan cibicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê derbarê navçeyên ku cihê nakokiyê ne, krîz û pirsgirêkan zêde dikin.”