Rêveberiya Xweser daxwaza avakirina dadgehek navnetewî dike

Rêveberiya Xweser doza avakirina dadgeheke navdewletî bo endamên DAIŞê dike û tevî ku bi gelek hewldanan rabûye, lê ta nuha ti bersiv ji rêveberiyê re ne hatiye dayîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser doza avakirina dadgeheke navdewletî bo endamên DAIŞê dike û tevî ku bi gelek hewldanan rabûye, lê ta nuha ti bersiv ji rêveberiyê re ne hatiye dayîn. Rêberiya Xweser dibêje, ev hejmara mezin barekî giran li ser milê wan e û pêwîstî bi danîna çareyekê heye.

Piştî têkçûna DAIŞê bi temamî li Sûriyê, pirsgirêka herî mezin ew e hebûna hejmara mezin a endamên DAIŞê û malbatên wan yên girtî di kamp û zindanên Rêveberiya Xweser de. Li gorî amarên Rêveberiya Xweser hejmara wan di kampan de dighêje zêdeyê 60 hezar kesî ku di kampên Rojava de bicih dibin, herwiha 5 hezar di zindanan de girtî ne, ku ew ji 52 welatên cîhanê ne. Ji bo wê berpirsên Rêveberiyê dibêjin ku ew ji bo dadgehkirina van kesan, rastî kêşeyên mezin tên.

Hevseroka Desteya Cîbicîkar Nezîra Gewriyê ji K24ê re got: “Heta niha ti bersiveke zelal ji aliyê dewletan ve wernegirtiye, Rêveberiya Xweser jî bi karînên xwe nikare dadgeheke bi vî awayî ava bike, ji erkê dewletan e bi berpirsayetiya xwe li hember endamên DAIŞê yên biyanî rabin, yan dadgehekê ava bikin, yan jî wan çekdaran û bi taybet jin û zarokan jî werbigirin.”

Tevî hewildanên Rêveberiya Xwese bo radestkirina endamên DAIŞê bo welatên wan û avakirina dadgeheke navdewletî, lê ta nuha ti bersiv nehatiye dan, ji bilî ku car caran hin welat bi tenê zarokên xwe yên di nava DAIŞê de werdigrin.

Siyasetmedar Ekrem Mehşûş dibêje: “Ev hejmara mezin ya endamên DAIŞê barekî giran e li ser milê me. Wek me ew li ser erdê tune kir, em dixwaz bi temamî ji bîr û baweriyên DAIŞê xilas bibin. Em ji welatên van kesan bi hêvî ne, ku bi me re alîkar bin. Kêşeya vê yekê çi aliyê civakî, raman û abûrî ve pir giran e.”

Rêveberiya Xweser dide zanîn ku karînên wan bo dadgehkirina vê hejmara mezin ya endamên DAIŞê tune ye, loma pêwîstî bi avakirina dadgehke navdewletî heye.