Tirkiyê Idlib dixwaze û Îran jî başûrê Şamê

Hat ragihandin, rêketineke Îran û Tirkî heye, ji bo radestkirina Idlibê ji Tirkiyê re, li beramberî başûrê Şamê ji Îranê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, rêketineke Îran û Tirkî heye, ji bo radestkirina Idlibê ji Tirkiyê re, li beramberî başûrê Şamê ji Îranê re.

Rojnameya Şerq El-Ewset belav kiriye, ku di civînên Astanayê de, wê rêketineke Tirkî-Îranî bi serpereştiya Rûsya bê îmzekirin, ku pêk tê ji firehkirina deverên hêza Tirkiyê li Idlibê li beramberî radestkirina başûrê Şamê ji Îranê re.

Herweha di wê çarçovê de navçeya Sit Zênebê ya li başûrê Şama paytext ji Îranê re dibe, ku piraniya rûniştvanên wê Şîe ne û mezargeha Sit Zênebê lê ye.

Herweha hat zanîn, ku Mosko guvaş li hikûmeta Sûriyê kiriye, da ku hebûna leşekrî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê û di çarçoveya Mertala Ferêt de qebûl bike û çekdarên opozsyonê bi piştevaniya Enqerê, dest bi operasyonekê li dijî çekdarên Grûpa Tehrîr Elşam bikin.