Proseya dengdanê bidawî hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Iraqê îro demjimêr 18:00 li tevahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bidawî hat û binkeyên dengdanê jî tên girtin.
Pêştir, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihandibû, demjimêr 18:00 proseya dengdanê bidawî dibe û ti awayekî dema dengdanê nayê dirêjkirin.
Îro 12.5.2018an proseya dengdanên ji bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemanto) bi rê ve çû û zêdetir ji 22 milyon welatî li Herêma Kurdistanê û Iraqê mafê wan ê dengdanê hebû.
Tevî derketina hin pirsgirêkên teknîkî di amûreya dengdanê ya eliktornî de, Komisyona Bilind a hilbijartinan bidawîhatina proseya dengdanê bi serkeftî binav kir.
S. B