Erdogan û Trump behsa YPG û PYD kirin

Di pêwendiyeke telefonî de, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, daxwaz ji serokê Amerîka Donald Trump kir, ku piştevaniya welatê xwe ji YPG û PYD re rawestîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di pêwendiyeke telefonî de, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, daxwaz ji serokê Amerîka Donald Trump kir, ku piştevaniya welatê xwe ji YPG û PYD re rawestîne.

Serokê Tirkiyê ji hevpostê xwe yê Amerîkî re got: Enqera li bendî wê yekê ye, ku Washigton piştevaniya  xwe ji YPGê û PYDê re rawestîne, ji ber ku ew herdu hêz du rêxistinên terorîst in û ser bi PKKê ve ne.

Herwiha herdu aliyan behsa giringiya destpêkirina gerên çavdêriyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de li Minbicê kirin.

Di beşekî din ê wê pêwendiyê de, behsa doseya kuştina Xaşuqçî û lêkolînên Amerîka derbarê rêxistina Fethella Gulen kirin

N.O