Goran posta Cîgirê Serokê Hikûmetê dixwaze

Îro şandên danûstandkar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li baregeha Polîtburoya PDKê li Hewlêrê li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin û çavê Goranê li ser posta cîgirê Serokê Hikûmetê ye û şanda Goranê dawî biryara beşdarî û nebeşdariya di hikûmetê de dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şandên danûstandkar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li baregeha Polîtburoya PDKê li Hewlêrê li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin û çavê Goranê li ser posta Cîgirê Serokê Hikûmetê ye û şanda Goranê dawî biryara beşdarî û nebeşdariya di hikûmetê de dide.

Jêderekî ji Tevgera Goranê ji komîta hevbeş a PDK – Goranê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re aşkere kir, Goran rijd e li ser wergirtina posta Cîgirê Serokê Hikûmetê û wê postê bi mafê xwe dizane.

Tekez kir jî, di egera rêkeftina ligel PDKê li ser wê postê, Tevgera Goranê helwesta xwe dide û got: “Şanda Goranê wê demê dikare helwesta yekalîker bide.”

Di heman çarçovê de, roja duhî Polîtburoya YNKê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îmzekirina rêkeftina siyasî bi PDKê re civiyabû û didaxuyaniyekê de civîna Parlemantoya Kurdistanê di roja 18ê vê mehê de bi îmzekirina rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û PDKê ve girêda bû.

Di daxuyaniya YNKê de hatibû: “Di civînê de tekezî li ser wê hat kirin, civîna 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê girêdayî ye bi rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û PDKê, wek yek deste bo Herêm, Bexda, Kerkûk û pirsên netewî û niştimanî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêwendîdar bi proseya siyasî, hikûmranî û bidestanîna hevbeşiya rasteqînê di biryardan û erkan de. Ji bo vê mebestê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekeziyê li rêkeftina siyasî ya giştgîr a di navbera YNK û PDKê de dike.”

 

S. B