Sibe parlemantoya Kurdistanê dicive
K24- Navenda Nûçeyan
Rêveberiya ragihandina perlemana Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û têde eşkere kir, ku hejmarek ji endamên perlemana Kurdistanê ku rêjeya yasayî pêk tînin, îmzeyên xwe ji bo lidarxistina civîna sibe pêşkêşî serokatiya perleman kirine.
Di wê daxuyaniyê de hatiye: “Di demekê de ku Kurdistan di rewşeke çarenivîsî re derbas dibe û pêwîste perlemana Kurdistanê bi rola xwe ya dîrokî rabe, îmzeya rêjeya yasayî ji endamên perlemana Kurdistan ji bo encamdana civîna sibe ya perleman hat pêşkêşkirin ji bo roja pêncşemê 14-9-2017.”