Bexda pêşniyazekê ji bo rewşa Kerkûkê digihîne Serok Barzanî

Bexda pêşniyazekê derbarê bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê dide Kurd û Kurd jî bi merc pêşwazî liê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bexda pêşniyazekê derbarê bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê dide Kurd û Kurd jî bi merc pêşwazî lê dike.

Siyasetmedarê Iraqî û Cîgirê Serokê Iraqê yê berê Eyad Elawî ji K24ê re ragihand, Bexda dixwaze bi riya komîteke taybet dest bi bicihkirina madeya 140 bike, ew pêşniyaz jî gihandin destê Serok Barzanî, ew pêşniyaz bi Serok Barzanî baş bû.

Eyad Elawî ji K24ê re got jî: Navçe ne aram e û heger pirsgirêk berdewam bin, teror ji berê bihêztir dê vegere. Wek nimûne min ji bo pirsgirêka Kerkûkê pêşniyaza wê yekê kir ku desteyek hebe ji bo cibicîkirina madeya 140 li gor destûrê. Min ew pêşniyaz gihande Serok Barzanî û ew jî pê xweş bû.”

Hevdem Necmedîn Kerîm derbarê pêşniyaza Bexdayê de ragihand, pêwîst e berî bicihkirina pêşniyaza Bexdayê, mercê Kurd a asayîkirina rewşa Kerkûkê bicih bîne. Divê artêşa ne li nava bajêr be û Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re derdora Kerkûkê ji DAIŞê biparêzin ku niha li wê deverê çalak bûye û Heşda Şeibî vegere cihên, karê Heşda Şeibî li Kerkûkê tune ye.

Piştî sala 2003an, zincîreya guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê li ser Kerkûkê ji bilî komek ji nivîsîna ser kaxizan, ti encam û destkeft jê derneketin, destpêkê bi madeya 58 ya Yasaya Rêvebirina Dewletê û piştre di madeya 140 de reng hatiye, lê encamên her du madeyan wek hev bûn û rewşa Kerkûk ne bi dilê xelkê wê ye.

 

 

S. B