Encûmena Asayişa Herêmê hişyariyê dide alî û kesên ku tawanbaran dihewînin

Piştî derketina çend bûyerên kuştina bi çek û tawanên curbicur li Herêma Kurdistanê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan xweş dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê bo K24ê hat birêkirin tê de hatiye, demek e rêjeya tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde bûye û ev jî bûye cihê nîgeraniya welatiyan.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hevahengiya ligel aliyên pêwendîdar ji wan jî Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û Komtên ewlehiyên yên parêzgehan û tevahiya dezgehên ser bi Encûmena Asayişa Herêmê, dest bi cibicîkirina rêkarên pêwîst kiriye, ji bo bi tundî rûbirûyî serpêç û tawanbaran bibin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan xweş dikin. Daxwaz ji hemû aliyan jî dikin hevkar bin bo Herêma Kurdistanê wek her dem nimûneya aramî û aştiyê be. Welatiyên xweşwîst jî dilniya dikin ku rê nadin asayişa herêmê û aramiya jiyana wan bibe qurbaniya berjewendî yan xemsariya ti kes û aliyekî.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye, gelek bi hûrî pêdaçûnê li dû hemû wan rêkaran dikin, ku di vê demê de wê diyardeyê nehêlin.

S. B