Serok Barzanî: Rewşenbîrên niştimanperwer rê nedan çand û zimanê Kurdî jinav biçe

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li niviskar û rewşenbîrê navdar ê Kurd Jan Dost kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li romannivîs û rewşenbîrê navdar ê Kurd Jan Dost kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanê, “Di hevdîtinê de, Jan Dost xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û ragihand, niha hemû gel bi çavê hêviyê ve li Serok Barzanî dinire û ji bo wê ewe hatiye guh li şîretên cenabê wî bigre.”

Li hemberê, Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatinê, destxweşî li Jan Dost kir ji bo wê rola li warê çandî da dîtiye û berhemên bihadar xistiye rû.

Serok Barzanî bi kurtî dîroka li ser xebat û qurbanîdana gelê me û referandûm û 16 Cotmehê û destanên Pirdê û Sihêlayê behs kir û ragihand: Dijminan bi dirêjahiya dîrokê hemû şiyanên serbazî ji bo têkşikandin û ji navbirina gelê me terxan kirin û şikest anîn, niha kar li ser şikandina îrade û nehiştina bawer bi xwebûna cem take kesên gelê me dikin û dixwazin wiha lê bikin em xwe bi hêjayî azadiyê nezanîn, mixabin li vir da jî hinek bi navê rewşenbîr û aliyên siyasî, bûne beşek ji wê planê û xizmeta armancên dijminan dikin.

Serok Barzanî ronahî jî kir: Her piştî zeftkirina ax û azadiya gelê me, dehan sal e rewşenbîrên niştimanperwer û azadîxwaz, rê nedane kultur û çand û zimanê Kurdî û hestê azadîxwaziyê jinav biçê, niha jî rola nivîskar û rewşenbîran e ku li dûv rêbaza wan bin û nehêlin dijmin li wê planê da serkeftî bin.

Serok Barzanî her wiha ragihand: Referandûm serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû û sedî 93 yê gelê Kurdistanê piştevan bûn û yekxistina îradeya azadîxwaziya Kurdistanê bû li seranserî cîhanê. Destanên Pirdê û Sihêla jî li 20 û 26ê Cotmehê, werçerxaneke dîrokî bûn û serkeftina azadîxwazî bû li ser dagîrkarî û plangeriya derekî û navxweyî da.

Serok Barzanî tekez jî kir, pêwîst e rewşenbîr vê peyamê bi xort û lawên Kurdistanê bigihînin ku pêwîst e armancên wan yên mezin hebe û baweriya wan jî wan bi xwe û paşaroja gelê xwe hebe.

 

S. B