Qamişlo.. Piştî biryarê jî partî nikarin navendên xwe vekin

Tevî biryara Encumena Zagonsaz ya Rêveberiya Xweser a vekirina navendên hemû partiyên nemuhletkirî li Rojavayê Kurdistanê, lê Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriyê (PYK-S) ragihand, kesên di nivîsgeha wan de hatibûn bicihkirin red kirin ku navendê radestî wan bikin. Herwiha PYK-S da zanîn ku ew bi hêvî bûn ku ev gavek bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de ba, lê ev yek ta nuha nediyar e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Tevî biryara Encumena Zagonsaz ya Rêveberiya Xweser a vekirina navendên hemû partiyên nemuhletkirî li Rojavayê Kurdistanê, lê Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriyê (PYK-S) ragihand, kesên di nivîsgeha wan de hatibûn bicihkirin red kirin ku navendê radestî wan bikin. Herwiha PYK-S da zanîn ku ew bi hêvî bûn ku ev gavek bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de ba, lê ev yek ta nuha nediyar e. 

Bi biryara vekirina ofîsên tevaya partiyên nemuhletkirî li Rojavayê Kurdistanê ji hêla Encûmena Zagonsaz ya Rêveberiya Xweser, piştî destpêşxeriya Kongreya Netewî Kurdistanê (KNK), pêşbîn bû ku partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ofîsên xwe yên ku ji hêla asayîşê ve hatibûn desteserkirin werbigirin, lê Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriyê (PYK-S) daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku kesên di nivîsgehê de hatibûn bicihkirin red kirin ku ofîsê radestî wan bikin.

Sekreterê Giştî yê PYK-Sê Silêman Oso ji K24ê re got: “Me digot ev gavek bû û em li benda gavên din bûn wek girtiyên siyasî bên berdan, kesên dûrxistî vegerin, fermanên derbarê endamên ENKSê de derketin bên rakirin û leşkeriya neçar nemîne û rênimayên avakirina baweriyê bên danîn ji bo zemînekê biafirîne ji bo lihevkirin, hevbeşî û birêvebirina herêmê bê kirin, ev hêviyên me bûn, lê mixabin me dît di gava yekem de têk çûn.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Hindirîn bo me diyar kir ku pirsa hin ofîsan girêdayî ye bi mijarên aqarî û divê ew pirs di riya dadgehên rêveberiyê re werin çareserkirin.

Serokê Desteya Hindirîn û Endamê Komîta Karûbarê Partiyan di Encûmena Zagonzas de Kenan Berekat ji K24ê re got: “Hemû biryarên me standine me da Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo pêk bînin, anku hemû partî navendên xwe vekin bê ku astengî ji wan re bên kirin. Pirsgirêkên li vê dawiyê derketine ew girêdayî pirsa aqaratan e ne bi me wek Komîta Karûbarên Partiyan û Desteya Hundirîn, xwediyên wan navendan dikarin serdana dadgehan bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Piştî destpêşxeriya KNKê bo nêzîkatiya herdu aliyên siyasî yên Kurdî yên sereke li Rojava û destpêkirina hewldanan bo serbestberdana girtiyên siyasî, Encûmena Zagonsaz biryara vekirina ofîsên hemû partiyên Kurdî li Rojava û di nava wan de yên partiyên ENKSê ragihand.

Piştî wê biryarê bi tenê ofîseke Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li bajarê Kobanê ji nû hatiye vekirin, lê ta nuha ti nivîsgehên din yên partiyên Kurdî nehatine vekirin.