Bexda ji bo destpêkirina diyalogê 13 mercan li pêşya Hewlêrê datîne

Perlemanterekî Kurd: Bi bicîkirina wan mercan ti wateyê ji danûstandinan re nahêle, gelo piştî wan mercan, wê çi bimîne ku danûstandinan li ser bên kirin?".

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî çend jêderên Iraqî, ji wan mercên ku hatine danîn, helweşandina encamên referandumê, radestkirina hemû firîngeh û dergehên sînorî û dahata petrolê û hemû jêderên din ji bo hikûmeta Bexdayê û radestkirina wan kesên ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve hatine daxwazkirin û li Herêma Kurdistanê dijîn. Sînorên Herêma Kurdistanê jî li sînorên berî sala 2003yan vegere û hêzên Pêşmerge bikevin ser wezareta berevaniya Iraqê û nabe ti berpirsekî Kurd derkeve derveyî welat bêyî razîbûna hikûmeta Bexdayê û berpirsên biyanî jî divê bi riya Bexdayê serdana Hewlêrê bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê lîsta hevpeymaniya Kurdistanî di perlemana Iraqê de Heme Emîn derbarê wan mercan got: "Ew mercana gihiştine serkirdatiya Kurd, lê bi bicîkirina wan ti wateyê ji danûstandinan re nahêle, gelo piştî wan mercan, wê çi bimîne ku danûstandinan li ser bên kirin?".