Erdogan û Zerîf ji bo salvegera kîmyabarana Helebce peyam dan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf peyam bi boneya salvegera karesata kîmyabarana Helebce belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf peyam bi boneya salvegera karesata kîmyabarana Helebce belav kirin.

Erdogan bi boneya 31emîn salvegera kîmyabarana Helebce di rûpela xwe ya Twitterê de belav kir: 31 sal berî niha, bi hezaran sivîl rastî topbara kîmyawî ya desthilata Sadam Husen hatin, ev komkujî wek birînek kûr e ku îro jî taze ye.

Erdogan dibêje: Kokujîya Helebce ku li hember birayên me yên Kurd pêk hatiye wek moreke reş ketiye dîrokê. Em Sersaxiyê ji birayên xwe yên Kurd re dixwezîn. Cihê windayiyan bihuşt be.

Her di riya twittera xwe re Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf peyamek bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce belav kir û ê de hat: Destpêkê red kirin ku hatibe kirin, piştre Îran bi sedema wê zanîn, dema ron bû ku hevpeymaniyeke wê û çekê xwe yê kîmyayî bikar aniye bêdeng bû.

Zerîf dibêje: Reng e rojava hez dike karesata Helebce û Serdeşt ji bîr bike, lê ne em û ne birayên me yên Kurd wê ji bîr nakin.

 

 

S. B