Hikûmeta Kurdistan: Rewşa niha ya Şingalê nayê qebûlkirin

Sefîn Dizeyî: Îdareyeke rewa ji Şingalê re heye û pêwîst e ew îdare vegere ser karê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze ti aloziyek li wê navçeyê çê bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku rewşa niha ya Şingalê nayê qebûlkirin.

Sefîn Dizeyî ji ajansa fermî ya Tirkiyê (Anadolê) re ragihand, dema piroseya rizgarkirina Mûsilê destpê kir, rêketin di navbera Hewlêr û Bexdayê û Hevpeymanan de hebû, ku gereke ji bilî hêzên Iraqî ti hêzeke din li wan navçeyan nebe, lê mixabin aliyên Iraqê ew rêketin bicî nekirin û Heşda Şeibî derbasî Şingalê bû û vê yekê hişt ku PKK û çekdarên ser bi wê ve, li wê deverê dest li ser navçeyê danîne. 

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyan kir, îdareyeke rewa ji Şingalê re heye û pêwîst e ew îdare vegere ser karê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze ti aloziyek li wê navçeyê çê bibe.

N.O