Yildirim: Amerîka li dijî Tirkiyê pişta YPGê bigire, emê şerê Amerîkayê jî bikin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ragihand, heger Amerîka li dijî Tirkiyê pişta YPGê bigire, ewê şerê Amerîkayê jî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ragihand, heger Amerîka li dijî Tirkiyê pişta YPGê bigire, ewê şerê Amerîkayê jî bikin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya li Almanyayê de bersiva pirsên televîzyona “ARD” da û li ser hevkariya Amerîka û YPGyê de got, heger Amerîka ligel YPGê şerê Tirkiyê bike ew jî dê şerê Amerîkayê bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê bal kişand li ser hevpeymaniya NATOyê û got, Tirkiye û Amerîka hevpeymanê NATOyê ne û nabe Amerîka li dijî Tirkiyê pişta YPGyê bigire.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di daxuyaniyên xwe de gefa berdewamiya operasyona li dijî Efrînê ta Minbicê dixwe û daxwaz ji hêzên Amerîkî kiribû ku hêzên xwe ji Minbicê vekişe.

Ev 27 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûne, gelek gund û bajarok wêran bûne û bi hezararn kes jî koçber bûne.

Yildirim ji bo beşdarî Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê serdana Almanyayê kir û biryar e ligel Şewirmenda Almanyayê Angela Merkelê kom bibe.