Mattis: Iran destwerdanê di hilbijartinên Iraqê de dike

Mattis di vê çarçoveyê de dilgiraniya xwe anî ziman û bangewaz kir, Iran xwe ji destwerdanên welatên cîran dûr bixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevanî yê Amerikayê James Mattis piştî seredanên xwe yên li welatên: Ûmman, Efganistan û Behreynê ji medyayê re ragihand ku, di destê wan de belge hene ku, Iran destwerdanê di hilbijartinên Iraqê de dike.

Mattis di vê çarçoveyê de dilgiraniya xwe anî ziman û bangewaz kir, Iran xwe ji destwerdanên welatên cîran dûr bixe.

Mattis herweha diyarkir ku, Iran destwerdanê bi rêya bandorên mezhebî û maddî pêktin e.

 

C.B