"Bexda sê komîteyan ji bo lêkolînê li (Saxtekariyan) dişne Herêmê"

Tevgera Goran, Komela Islamî, Yekgirtûya Islamî û Hevpeymana Demokratî û Dadperweriyê, YNK bi encamdana saxtekariyeke rêxistî tometbar kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyeke wezîrê koç û koçberên Iraqê Derbaz Mihemed, wê îro 3 komîte ji Bexdayê bên Herêma Kurdistanê, daku pêdeçûnê û lêkolînê di gilînameyên hilbijartinan de bikin.

Derbaz Mihemed k user bi Tevgera Goran e, daxwaz ji xemxuran kir, ku xwe bigirin heya ku bi riyên yasayî mafên wan vegerînin.

Şevê din her yek ji Tevgera Goran, Komela Islamî, Yekgirtûya Islamî û Hevpeymana Demokratî û Dadperweriyê, YNK bi encamdana saxtekariyeke rêxistî tometbar kirin û daxuyaniyek li ser wê rewşê belav kirin û daxwaz kirin ku dengên sindoqan bi destan nek bi amêrên eliktironî bên hejmartin.

Duh hilbijartinên Perlemana Iraqê hatin kirin û hevber li gel hilbijartinên berê, rêjeya beşdarîkirina welatiyan di piroseya dengdanê de gellekî kêm bûye û li Iraqê negihiştiye 45% û biryar e, heya sibe encam bên ragihandin.

N.O