DAIŞê teqîna Reqayê girte ser xwe
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê berpirsatiya teqandina binkeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li Reqayê girte ser xwe.
DAIŞê di torên civakî de belav kir, çekdarekî xwekuj ê DAIŞê bi çek ve êrîşî ser binkeyeke HSDê ya nêzîk dibistana Reşîd a li naverasta bajarê Reqayê kir û piştre xwe teqandiye.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, duhî çekdarekî DAIŞê êrîşî binkeyeke YPGê kir û piştre xwe teqand û di encamê de 5 kes hatin kuştin, yek ji nava wan şervan bû û 4 kesên din jî sivîl bûn û 8 kesên din jî birîndar bûbûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewêletî bajarê Reqayê di Cotmeha 2017an de ji destê DAIŞê derxistibû.
S. B