Usturalya qedexe ji ser geştên xwe ji bo bajarê Reqa rakir

Julie Bishop: Jinavbirina rêxistina DAIŞê li bajarê Reqa gaveke baş e ji bo jinavbirina DAIŞê li navçeyê bi giştî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîra derve ya Usturalyayê Julie Bishop got: "Em di wê baweriyê de ne ku parêzgeha Reqa ya Sûrî ji bin desthilata DAIŞê derketiye, ji ber vê yekê me qedexeya geştkirinê ji bo wî bajarî  ji ser welatiyên Usturalî rakirye." Julie Bishop diyar kir, ku jinavbirina rêxistina DAIŞê li bajarê Reqa gaveke baş e ji bo jinavbirina DAIŞê li navçeyê bi giştî.

Bishop tekez kir, ku Usturaliya dê li ser şerê xwe yê li dijî terorê berdewam be.

Ev yek di demekê de ye ku di 5 meha12an ji sala 2014an, Usturalya qedexe li ser welatiyên xwe danî daku serdana bajarê Reqa nekin.