McGurk: Kontrolkirina Mûsilê nayê wateya bidawbûna DAIŞê

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di şerê li dijî DAIŞê de serkeftin li ser DAIŞê de tomar kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di şerê li dijî DAIŞê de serkeftin li ser DAIŞê de tomar kiriye.

McGurk li Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di konferanseke rojnamevanî de ragihand jî, Kontrolkirina Mûsilê nayê wateya bidawbûna DAIŞê. Hevpeyamniya Navdewletî di kontrolkirina Hiwêce, Tilefer de Qaimê de hevkariya hêzên Iraqî dike.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka amaje bi wê jî kir, heta niha nêzîkî 4 milyon kes ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin, 350 hezar zarok jî li rojhilatê Mûsilê ji xwendinê re vegeriyane.

McGurk got: “Di operasyona Mûsilê de hevahengiya me ligel hêza Pêşmerge û Hêzên Iraqî hebû.”

Brett McGurk aşkere kir jî, di şerê li dijî DAIŞê de, Hevpeymaniya Navdewletî rahênan bi sedan hezar çekdar kiriye.