HSD 16 gund li Dêrazorê kontrol dike

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçpva operasyona Bagera Cezîrê de 16 gundan li rojhilatê çemê Ferêt ji destê DAIŞê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçpva operasyona Bagera Cezîrê de 16 gundan li rojhilatê çemê Ferêt ji destê DAIŞê kontrol dike.

Medyaya HSDê aşkere kir, di berdewamiya operasyona Bagera Ferêt de, şervanên HSDê karîn 16 gundan ku rûbera wan dora hezar û 100 K.M çargoşe ye li rojhilatê Ferêt kontrol bikin.

Her di wê derbarê de Peyvdara Fermî ya Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdela ji K24ê re ragihand, şervanên wan bi wê operasyonê dixwazin sînorê Sûriye û Iraqê ji DAIŞê pak bikin.

Got jî, dawî devera ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û şervanên HSDê kontrol kirine, bajarokê Dişîşe ye. Armanca sereke ya operasyona wan jî pakirina sînorê Sûriye û Iraqê ji çekdarên DAIŞê ye.

Lîlwa Ebdela diyar kir jî, piştî Dişîşe hêzên wan berê xwe dane beyabana rojhilatê Dêrezorê, ku DAIŞ wê beyabanê wek navendeke darayî û leşkerî bikar tîne.

 

S. B