Piştî erdheja bihêz ya Kurdistanê, 100 erdhejên din rû dan

Beşê Çavdêriya Erdhejê yê Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand, şeva borî 100 erdhejên din çê bûn, lê xelkê hest pê nekir, tê pêşbînîkirin jî ta mehekê jî ji van cure erdhejan berdewam bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşê Çavdêriya Erdhejê yê Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand, şeva borî 100 erdhejên din çê bûn, lê xelkê hest pê nekir, tê pêşbînîkirin jî ta mehekê jî ji van cure erdhejan berdewam bin.

Rêvebira beşê Çavdêriya Erdhejê Huda Ebas ragihand, piştî erdheja mezin, 100 erdhejên din jî bûn, tenê rûniştvanên navçeyên nêzîkî navenda erdhejên ne, pê hesiyan.

Diyar kir jî, navenda erdheja şeva borî 6 K.M dûrî sînorê Herêma Kurdistanê bû û lê nêzîkî Xaneqînê çê bûbû.

Huda Ebas amaje amaje bi wê jî kir, bi berdewamî çavdêriya erdhejan dikin û pêşbîniyê dikin ta meheke din jî erdhej berdewam bin.

Piştî erdheja bihêz ya Kurdistanê ku 7.2 pileyên Richter (Rîxter) derbas kir, li gelek navçeyên din yên Gozemînê bi pileyên cuda çê bûn, tenê li Costa Rica gihêşt 6.4 pileyên Richter.

Herwiha îro danê sibê jî, erdhejek bi 5.28 pile li Mosko paytexta Rûsyayê hat tomarkirin.

Çend erdhejên din jî bi 6 pileyan li Zeryaya Hêmin rû dan.

Li Bakurê Kazaxistanê jî, erdhejek bi 3.9 pileyan rû da.

Ji bilî erdheja bihêz ya Kurdistanê, ti zanyariyek derbarê ziyanên erdhejên navçeyên din ên cîhanê nehatin ragihandin.