Qedexeya li 25 gundên Colemêrgê careke din hate direjkirin

Dema qedexeya derketina derva ya li ser 25 gundewarên Colemêrgê careke din hate direjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema qedexeya derketina derva ya li ser 25 gundewarên Colemêrgê careke din hate direjkirin.

Parêzgeriya Colemêrgê berî niha di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 25 gundewarên Colemêrgê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandibû û serdana wan gundewaran ji welatiyan re heta îro qedexe kiribû.

Parêzgerî dema qedexeyê careke din heta 27ê Tîrmehê dirêj kir. Parêzgerî daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî hişyariyê bin.