Mesrûr Barzanî beşdarî Konferansa Asayişê ya Munchenê dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê berve derveyî welat birê ket û bi vexwandnameyeke fermî beşdarî Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê dibe.
Biryar e sibe 54emîn Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchena Almanyayê bi beşdariya berfereh a serok, wezîrê derve û wezîrên bergîriyê yên welatan bi rê ve biçe.
Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.