HRW: Girtiyên siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de hene

Rêxistina Mafê Mirovan Human Rights Watch (HRW) di raporteke xwe de dibêje, Rêveberiya Xweser rikberên xwe dixe zindanan û endamên ENKSê vê yekê tekez dikin, lê berpirsên Rêveberiyê hemû tawanên di raportê de hatine red dikin û dibêjin kesekî bêguneh û ji ber nerînan li cem wan nehatiye girtin.

 

K24 – Qamişlo

Rêxistina Mafê Mirovan Human Rights Watch (HRW) di raporteke xwe de dibêje, Rêveberiya Xweser rikberên xwe dixe zindanan û endamên ENKSê vê yekê tekez dikin, lê berpirsên Rêveberiyê hemû tawanên di raportê de hatine red dikin û dibêjin kesekî bêguneh û ji ber nerînan li cem wan nehatiye girtin.

Human Rights Watch di raporteke xwe de eşkere dike, Rêveberiya Xweser endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji ber nerînên wan ên cêwaz digire û mafê wan binpê dike. Di raportê de tê diyar kirin jî, ku hin ji van girtiyan nehatine dadgehkirin û ji mafê pêkanîna têkiliyan bi kes û karên xwe re jî dûrxistî ne. Hin girtiyên berê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de tekez dikin jî ku naveroka raportê bi temamî rast e û tekez dikin ku berdewamiya girtinê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hemû egerên çareseriyê dûr dixe, di demekê de ku pêwîst e hemû pêkhateyên siyasî bi hev re rêveberiya deverê bikin.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso ku bixwe jî girtiyekî siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de bû li ser vê raportê ji K24ê re wiha axivî: “Raporta Human Rights Watch gelekî girîng e û rastî tê de hatine, tiştê heye gotiye û ti bêbextî li wan nekirine. Em dibînin ku rastkirina vê rewşê ew e, ku PYD û Rêveberiya Xweser lixwe vegere, ji ber ku ev ne çareserî ye. Heger dixwazin vê deverê bi rengekî rast û dirust bi pêş ve here û em deverên xwe biparêzin û destê me di destê hevdu de be, divê dev ji nav hemû kiryarên xwe berde.”

Ji aliyê xwe ve berpirsên ewlehiyê di Rêveberiya Xweser de hemû tawanên di raporta Human Rights Watch de hatine red dikin û didin zanîn ku çi girtina di herêmên di bin kontrola wan de dibe di çarçoveyeke yasayî de ye, ku li gorî yasayên Rêveberiya Xweser nabe ti partiyên siyasî bêyî wergirtina muhleta kar di Rojavayê Kurdistanê de kar bike. Tekez dikin jî ku hemû girtî piştî 48 demjimêran ji lêpirsînê radestî dadgehê dibin û ev yek nayê wê wateyê ku ji bo nerînan ti kes hatiye girtin, lê belê ji ber binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser e.

Hevserokê Desteya Hundirîn ya Cezîrê Kenan Berekat dibêje: “Piraniya kesên ku tên girtin, piraniya wan ji ber tawanên cînaî û istibaratî ve têne girtin. Şopandin ji aliyê lêkolînê bi wan re tên kirin, li gor wê jî ew kes diçin dadgehê û tên dadgehkirin û cezakirin.”

Li gorî Cîgera Rêveber a Cîbicîkar ya Rêxistina Human Rights Watch Lema el-Feqîh, Rêveberiya Xweser rikberên xwe dixe zindananê û ji hemû rênimayên yasayî yên sereke têne dûrxistin û ev yek nîşana sitemkariyê ye û yê wiha bike jî rêzgirtinê ji mafan re nagire.