2 şervanên Ereb yên hêzên xweparastinê yên Cezîrê, 2 dîlan eşkence dikin

Li gor vîdyoyekê ku kenaleke Tirkiyê di dawiya meha Hezîrana borî de belav kiriye, du şervanên hêzên xweparastinê yên Herêma Cezîrê du kes desteser kirine û wan eşkence dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor vîdyoyekê ku kenaleke Tirkiyê di dawiya meha Hezîrana borî de belav kiriye, du şervanên hêzên xweparastinê yên Herêma Cezîrê du kes desteser kirine û wan eşkence dikin.

Yek ji wan şervanan ku bi zimanê Erebî diaxive kêr kiriye destê xwe û kurseyek daniye ser pişta girtiyekî û eşkence dike jê dipirse: “Bibêje DAIŞê li kû ne” ew jî bersivê dide: “Nizanim, heger tu min serjê jî bike, nizanim li kû ne”

Piştre ew şervan bi wê kursiyê li ser serî û rûyê wî dilî dixe û eşkince dike.

Piştre şervanekî din jî tê û dîlê din eşkence dike bi pêle pişta wî dike û pirsê jê dike.

Di derbarê vê girtevîdyoyê de, Desteya Berevaniyê li herêma Cezîrê ji ajansa “Ara News” re ragihiandiye, ew lêpirsênê derarê wan her du şervanan dikin, ji ber ku ew reftarên wan her du şervanan li dijî perensîpên hêzên wan û buhayên mirovî ne.

Li gor zanyariyan, ew her du kes li navçeya Mensûra ya li rojavayê Reqayê hatine desteserkirin. Herçend e Desteya Berevaniyê dan bi rastiya wê bûyerê nedaye, lê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka ragihandin, “Ew hîna lêkolînê dikin”

Zanyarî amaje bi wê didin, ew cilûbergên wan her du dîlan, cilûbergên milî û nerîtî yên navçeyên Erebên Sûriyê ne û cuda ye ji cilûbergên çekdarên DAIŞê yên li Reqayê lixwe dikin.